Îtfaiyê serdana UMKE û AFAD’ê kir

Serokatiya Daîreya Îtfaiya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, serdana herdu saziyên hawarçûnê UMKE û AFADê kir û biryar girtin ku bi hev re rahênanên rizgarkirinê û perwerdeyê bikin.

Serokatiya Daîreya Îtfaiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, ji bo mudaxelekirina rûdanên neyînî ku li bajêr çêdibin bi wesayitên teknolojîk xwe bi pêş ve dibe, ev sazî, dê bi saziyên hawarçûnê yên bajêr re bi hev re xebatan bimeşîne. Bi vê mebestê Îtfaiyê serdana rayedarên UMKE û AFADê kir û bi hev re biryar da ku pêkve tatbîqat û qurên perwerdeyê pêk bînin.

Serokatiya Daîreya Îtfaiyê ewilê serdana Midûrê ARADê Şukru Kikizade kir û der barê xebatên îtfaiyê yên li bajêr û navçeyan de agahî danê. Kikizade kêfxweşiya xwe bi serdanê anî ziman û got k udi rewşeke tal li bajêr de ew ê bi hev re mudaxele bikin. Rayedarên UMKEyê li hev kom bûn û biryar dan ku bi îtfaiya şaredariyê re xebateke hemahengi bimeşînin.

 

Her weha rayedarên Serokatiya Daîreya Îtfaiyê û rayedarên Serokatiya Daîreya Tenduristiyê bi hev re serdana Midûrtiya Tenduristiyê a Diyarbekirê kir û der barê xebatên tenduristiyê de hevdu agahdar kirin. 

Salname Lêgerîn

« Îlon 2018 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30

Hava Durumu

Parçalı Bulutlu

20°C

Diyarbakır

Parçalı Bulutlu

Nemli 34%

Rüzgarlı 6.44 km/h

  • 22 Eylül 2018

    Güneşli 32°C 18°C

  • 23 Eylül 2018

    Güneşli 33°C 16°C