Xebata ‘kembera kesk’ dest pê kir

Serokê Şaredariya Diyarbekirê Cumalî Atilla, xebata serastkirina peyzajê li Duryana Bulvara Mahabad û Duryana Yenîhalê hatiye destpêkirin, raçav kir û talîmat da ku kembera kesk demeka herî zû bi encam bibe û bikeve ber xizmeta xelkê bajêr.   

Serokê Şaredariya Diyarbekirê Cumalî Atilla, xebata serastkirina peyzajê li Duryana Bulvara Mahabad û Duryana Yenîhalê hatiye destpêkirin, raçav kir û ji rayedaran agahî wergirtin. Şaredar Atilla bi karkeran re rûnişt û qewetxweşî li wan da. Şaredar Atilla bal kişand ser giringiya kembera kesk û xwest ku demeke zû xebata ser vê bandê bi encam bibe û wê bixin ber xizmeta gel.  

Şaredar Atilla diyar kir ku bi bidawîbûna xebatên ser bulvarê dê rêjeya qadên hêşîn li bajêr zêdetir bibe û got, “Em ê rûberê bajarê xwe hê xweşiktir bikin. Ji bo vê yekê me qoxaneke giring birî. Qada hêşîn li bulvara me dê hilmeke xweş bide bajêr.”

 

Şaredar Atilla bi bîr xist ku banda kembera kesk li ser rêka Diyarbekir-Urfayê ye, ev kember 3 kîlometir dikêşe û 78 hezar metrekareye li xwe digire û aşkere kir ku li ser vê kembera kesk dê yarîgeh, rêka meşyan û duçerxan û banken rûniştinê jî hebin. 

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2018 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30
31            

Hava Durumu

Parçalı Bulutlu

8°C

Diyarbakır

Parçalı Bulutlu

Nemli 75%

Rüzgarlı 4.83 km/h

  • 15 Aralık 2018

    Parçalı Bulutlu 10°C 0°C

  • 16 Aralık 2018

    Bulutlu 7°C 5°C