Şaredar Atilla serdana esnafan kir

Serokê Şaredariya Diyarbekirê Cumalî Atilla, li navçeya Peyasê serdana esnafên firoşgehekê kir û got, “Em bi serbilindî xizmeta xelkê xwe yê Diyarbekirê dikin.”

Serokê Şaredariya Diyarbekirê Cumalî Atilla bi serdana xwe ya li esnafan berdewam e. Şaredar Atilla serdana esnafên firoşgeheke li navçeya Peyasê kir û qewetxweşî li esnafan da. Şaredar Atilla guhdariya daxwaz û nêrînên esnafan kir û got ku ew li her dera bajêr serdana welatiyan dikin û nêrînên xwe guhdar dikin.  

 

Şaredar Atilla diyar kir ku Şaredariya Bajarê Mezin ji bo huzûra gel dixebite û got, “Em bi xizmeta bo xelkê xwe yê Diyarbekirê gelekî serbilind in. Di serdanên xwe de em guhê xwe didin fikir û nêrînên cuda cuda. Em daxwaza xelkê xwe ji şaredariyê pirs dikin. Bi vî awayî em bo bajarê xwe projeyên bikêr çêdikin û dixin ber xizmeta welatiyên xwe.” 

Salname Lêgerîn

« Hezîran 2018 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
        1 2 3
4 5 6 7 8 9 10
11 12 13 14 15 16 17
18 19 20 21 22 23 24
25 26 27 28 29 30  

Hava Durumu

Güneşli

18°C

Diyarbakır

Güneşli

Nemli 69%

Rüzgarlı 11.27 km/h

  • 18 Haziran 2018

    Çoğunlukla Güneşli 32°C 17°C

  • 19 Haziran 2018

    Çoğunlukla Güneşli 34°C 16°C