Borsaya Bazirganî ya Diyarbekirê serdana Guzeloglu kir

Serokê Borsaya Bazirganî ya Diyarbekirê Engin Yeşil ligel Endamên Desteya Rêveber serdana Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu kir, Guzeloglu di serdanê de got, “Barê me hemûyan e em ne bi îdeolojîk bi aborî binêrin vî bajarî da ku siberoja bajêr geş bibe û bajêr bi pêş bikeve.”

Serdanên destxweşiyê bo Rêzdar Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu dewam dikin. Serokê Borsaya Bazirganî ya Diyarbekirê Engin Yeşil ligel Endamên Desteya Rêveber serdana Rêzdar Guzeloglu kir. Di serdanê de Engin Yeşil got, “Ev 2,5 sal e em gel waliyê hêja kar dikin. Ji bo keda wî ya li aboriya Diyarbekirê, ji turîzmê bigire heta perwerdeyê, ji ber tevkariya wî ya li Herêma Pîşekariya Bi Organîze em spasiyê lê dikin. Ji vir pê de xebata me ya pê re dê dewam bike, ez di xebata wî de serkeftinê dixwazim.”

Walî Guzeloglu kêfxweşiya xwe bi pêşwazîkirina mêvanan anî ziman û got ku ev 2,5 sal e ew bi Borsaya Bazirganî ya Diyarbekirê re bi hevahengî dixebitin. Guzeloglu diyar kir ku di warê kar û nanî de wan xebatên giring kirine û got ku wek Şaredarî jî ew ê ji vir şûnde bi hev re bixebitin.

"Diyarbekir bajarekî giring ê welat û herêmê ye"

Guzeloglu bal kişand ku Borsaya Bazirganî ya Diyarbekirê ji bo pêşketin û geşedana bajêr xwedan giringiyeke mezin e û got, “Bêguman ku mirov tenkariyekê li bajarekî bike, ew bo geşedana wî giring e. Ji bo Diyarbekir di warê aborî û civakî de bi pêş bikeve, borsaya me roleke xwe yê giring heye. Divê em ne bi îdeolojîk lê di warê geşedana aborî de li bajêr binêrin. Wezîfeya me hemûyan ev e. Ligel ku Diyarbekir yek ji bajarê hemî giring ê herêmê, welat e jî, di van 30 salên dawîn de ji ber rûdanan zêde bi pêş neket. Çawa ku huzûr û aramî bi pêş bikeve ev bajêr jî dê bibe stêrka Rojhilata Navîn.”   

"Derdê me huzûra xelkê me ye"

Walî Guzeloglu bal kişand ser potansîyela çandiniyê ya borsaya bajêr û weha got, “Mîna benda Silîva 8 bendav, 32 projeyên avdanê, 235 hektar erdê çandiniyê li Diyarbekirê heye. Heke ev tev bikeve xizmetê Diyarbekir dê bibe navendeke sereka ya dinyayê. Lewre jî nasnava sazûmanî ya borsaya me di vî warî de roleke giring heye. Derdê me geşedana Diyarbekirê ye, bila xelkê Diyarbekirê di her warî de bigihêje aramî û firehiyê, jiyaneke aram û xweş heqê wan e.”  

"Em ê bi Borsaya Bazirganiyê re xebatên baş bikin"

Birêz Guzeloglu bi bîr xist ku desteka Borsaya Bazirganiyê bo Şaredariyê gelekî giring e û got, “Di rojên dahatû de em ê projeyên hevbeş bi lez û bez pêk bînin. Ji navenda lojîstîk bigire, heta bajarê tekstîlê, ji deverên pîşesaziya xwerekê bi organîze bigire heta deverên çandiniyê li Erxenî û Bismilê, di warê sewalvanî, îqtisadî û deverên pîşesaziyê em ê bi hev re gelek projeyan bi pêş bixin. Em ê hewl bidin borsaya me bibe borsayeke cîhanî. Înşelleh em ê bi hev re van projeyan pêk bînin.”  

Salname Lêgerîn

« Îlon 2019 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30            

Hemû Nûçe