Walî Guzeloglu, aşûre îkram kir

 

Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, bi boneya Hefteya Aşûreyê, li ber deriyê Mizgefta Mezin aşûre îkramî welatiyan kir.

 

Rêzdar Guzeloglu, bi boneya Hefteya Aşûreyê aşûre îkramî welatiyan kir. Aşûre sembola ber û bereketê dide.

Li ber deriyê Mizgefta Mezin merasîma belavkirina aşûreyê pêk hat. Ligel Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, parlamenter Ebubekir Bal û Oya Eronat, Fermandarê Herêma Diyarbekirê yê Cendermeyê Tuxgeneral Mustafa Başoglu, Midûrê Asayîşa Diyarbekirê Tacettin Aslan, Şaredarê Baglarê Huseyîn Beyoglu, hunermend Mustafa Keser, midûrên saziyan û komek welatî di merasîmê de amade bûn.  

Komek welatî beşdarî bernameya aşûre belavkirinê bûn

Birêz Guzeloglu, di bernameyê de got ku ew li Diyarbekirê, ber deriyê Mizgefta Mezin aşûrê bi welatiyan re belav dikin û got, “Ji ber rûdana diltezîn ya Kerbelayê di alema îslamê de kuleke mezin vebûye, hêvîdar im, aşûre di roja me de bibe wesîleya xurtkirina hevgirtin û tifaqa me, hestên me yên biratiyê germ bike û em ji rûdanên raboriyê dersê werbigirin û careke din êşeke weha giran neyê serê me.”  

Walî Guzeloglu got, bi vê wesîleyê em Şehîdê Şehîdan Hezretî Huseyîn û hevalên wî yên li Kerbelayê gihîştine mertebeya şehadetê bi bîr tînin, ji Xwedayê dilovan ji wan re rehmetî niyaz dikin û weha axivî:  

Em li Diyarbekirê, hem li Mizgefta Mezin, hem jî li navçeyan li mizgeftên herî mezin bi navê Şaredariya Bajarê Mezin aşûrê li xelkê xwe belav dikin. Ligel welatiyên xwe em Kerbelayêi şehîdên Kerbelayê bi rehmet yad dikin û dua me bo hindê ye ku hevgirtin û tifaqa me daîm be. Em niyaz dikin ku ev duaya me ji Diyarbekirê were bihîstin û armanca me ew e huzûr û aramiyê bibin her kuncikê Diyarbekirê.”

Rêzdar Guzeloglu, piştî îkramkirina aşûreyê spasî li endamên protokolê û stranbêj Mustafa Keser kir.

Salname Lêgerîn

« Îlon 2019 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30            

Hemû Nûçe