Şaredarî xizmeta pîr û kalên desteng dike

 

Şaredariya Bajarê Mezin, xizmeta sehbêriya li malê li 76 pîr û kalên xizan û pêdivî bi alîkariyê dike, xizmeta refaqetê bi wan re dike û malên wan paqij dike.  

 Serokatîya Daîreya Karûbarên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin, xizmeta sehbêrîyê li pîr û kalên xizan dike. Beşa Pîr û Kalan a bi ser Serokatîya Daîreya Karûbarên Civakî, li navenda bajêr pîr û kalên desteng tespît dike û serdana mala wan dike û xizmeta refaqetê bi wan re dike û xaniyên wan dimale û paqijiya wan dike.  

Pêdiviya rojane ya malbata Yakar hat dabînkirin

Ekîbên bi ser Beşa Pîr û Kalan, serdana malbata Yakar a li Baglarê kir. Ekîban tansîyona wan pîva û tetkîkên tenduristî kirin, paqijiya xaniyê wan kir, camên wan pak kirin, toza malê wergirt, erd malişî, cil û firaqên wan şûştin. Malbata Yakar kêfxweşiya xwe bi vê xizmetê anî ziman û spasiya ekîba Beşa Pîr û Kalan kirin.

76 pîr û kal tên sehbêrkirin 

Beşa Pîr û Kalan, xizmeta sehbêriya li malê ji bo 76 pîr û kalên xizan dike. Şaredariya Bajarê Mezin, ligel xizmeta navmalê bi van pîr û kalan re xizmeta refaqetê jî dike. Pîr û kalên nexweş radike nexweşxaneyê û heta vedigerin pê re hevalbendiyê dike. Hemû lêçûnên pîr û kalan jî ji aliyê beşa pîr û kalan ve tên bicihanîn.