Zabite raçaviya peyarêkan dike

Serokatîya Daîreya Zabiteya Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo rêlibergirtina dagirkirina peyarêkan ji aliyê kargehan ve, xwedanên otomobîl û motorsîkletên li ber rampeyên astengdaran hatine parkirin, hişyar kirin. 

 

Serokatîya Daîreya Zabiteya Şaredariya Bajarê Mezin bê rawestan xebatên xwe bo bajarekî biserobertir didomîne, ji bo xwediyên kargehan peyarêkan dagir nekin raçaviya xwe zêde kir. Ekîban, raçavî li ser rêya balafirgehê kir û malên ticarî, flama û tabelayên dîmena rêgehên kirêt dikin dan rakirin.   

Xwedanên wesayitên li ber rampeya astengdaran par kirine hişyar kirin

 

Ekîban, xwedanên kargehan ku peyarêk dagir kirine hiÅŸyar kirin û ji wan re got ku ev kirina wan derveyî rêziknameya ÅŸaredariyê ye û ji wan re hate gotin heke vê kirina xwe bernedin dema pêş dê ceza li wana were birrîn. Ekîbên zabiteyê, xwedanên motorsîklet û otomobîlên ku li ber rampeya astengdaran park kirine, hiÅŸyar kirin. Â