Ezman bi bafirokên zarokan xemilî

Şaredariya Bajarê Mezin bi slogana “Bi Rengên Cuda Cuda Zarokno Werin Şahiya Bafirokan” şahiya bafirokan li dar xist, ezmanê bajêr bi rengên bafirokên zarokan xemilî.

Serokatîya Daîreya Xizmetên Spor û Ciwanan a Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo zarokan şahiya bafirokan li dar xist. Şahî, li Qada Futbolê ya Sentetîk a li Newala Sporê ya Zanîngeha Dîcleyê bi slogana “Bi Rengên Cuda Cuda Zarokno Werin Şahiya Bafirokan” hate lidarxistin. Di şahiyê de Sekreterê Giştî Muhsîn Eryilmaz û malbatên zarokan amade bûn.

 Zarokên bi otizm bafirok firandin

Bafirok di serî de ji aliyê xebatkaran ve hatin amadekirin û paşê li zarokan hatin belavkirin. Zarokan li ber stranan bafirokên xwe bi hewa xistin û kêf û şahî pê kirin. Şahî li meydana vekirî hate pêkanîn û zarokên bi otîzm beşdarî firandina bafirokan bûn.  

 Rûyê zarokan hate rengandinê

Serokatîya Daîreya Karûbarên Civakî û Çandî ya Şaredariya Bajarê Mezin jî, li kêleka qada futbolê ya zarokan bafirok lê berdan ezmanan stant danîn û li vê derê çalakiya rûrengandinê û dest danîna nav boyaxê bi zarokan kirin. Zarokan şopa destê xwe li kevalan kirin û ew keval dîyarî wergirtin. Çalakî 2 saetan dewam kir û paşê zarok û malbatên wan ji aliyê wesayitên şaredariyê ve bo navnîşanên wan hatin veguhastin.