Print this page

Eleqeya bo Pirtûkxaneya Mehmed Uzun pir zêde ye

Pirtûkxaneya Bajêr a Mehmed Uzun ku di bin banê Serokatiya Daîreya Çand û Karûbarên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de dixebite, pir bala ciwan û zarokan dikşîne.

Pirtûkxaneya Bajarê Mehmed Uzun a ku ji sala 2009an û vir ve li Qada Jiyana Hevpar a Sûmerparkê dixebite, 10 hezar û 176 endamên qeydkirî hene. Rojane 200-250 kes serdana pirtûkxaneya ku bi qasî 22 hezar qeydên pirtûkan lê hene, dikin û ji pirtûk û jîngeha xebatê sûd werdigirin.

Pirtûkxane ji bo xwendekarên ku amadekariya lîse, zanîngeh û KPSSê dikin û îmkana wan a xwendinê li malê tune ye jî xizmetên xwendinê dide. Pirtûkxaneya ku hefteyê her roj saet di navbera 08.00-17.00ê de vekirî ye, înterneta bêpere jî pêşkêş dike.