Turnuvaya Tenîsê bi dawî bû

Bi talîmata Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, Serokatîya Daîreya Spor û Ciwanan Turnuvaya Tenîsê li dar xist. Di turnuvayê de serkeftî hatin xelatkirin.

Turnuvaya ku bi talîmata Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, Serokatîya Daîreya Spor û Ciwanan Turnuvaya Tenîsê hate lidarxistin, bi dawî hat. Turnuva bi temaya Werzîşa Payizê li Tesîsên Sporê yên Talaytepeyê bi rê ve çû. Di 3 kategoriyan de 50 kes beşdarî vê turnuvayê bûn û di encamê de serkefiyên pêşbirkan hatin xelatkirin.

Turnuvaya Tenîsê ya bi Temaya Payizê bo cara pêşîn hate lidarxistin û mebesta wê ew e, çanda sporê li nav ciwanan belav bibe, di akamê de ciwanan di turnuvayê de berêkdanên xwe kirin û serkeftiyan jî xelat û madalyayên xwe wergirtin.