Turnuvaya Taekwondoyê bi dawî bû

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin, bi talîmata Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu di bin banê Serokatîya Daîreya Spor û Ciwanan de Turnuvaya Taekwondoyê li dar xist, turnuva gihîşt dawiyê. 130 sporger beşdarî turnuvayê bûn, beşdaran xelatên xwe ji destê rayedaran wergirtin.

Şaredariya Bajarê Mezin, bi talîmata Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, bi mebesta berbelavbûna çanda sporê û ji bo ciwan beşdariyê di pêşbaziyên sportîf de pêk bînin, di bin banê Serokatîya Daîreya Spor û Ciwanan de Turnuvaya Taekwondoyê li dar xist, turnuva gihîşt dawiyê.

Turnuvaya Taekwondoyê di du kategoriyan de li Kompleksa Sporê ya Talaytepê hate lidarxistin û piştî berêkdanên du rojan turnuva bi dawî hat. Di turnuvayê de 70 keç, 60 kur bi tevahî 130 teakwondokaran tê de beşdarî kir û di encamê de serkeftî hatin xelatkirin.

Â