Piştgiriya gopalê spî ji bo kesên nebîna

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi boneya "15ê Cotmehê Roja Astengdarên Dîtinê û Ewlehiyê" li welatiyên kêmbîna gopal belav kirin.

Midûrê Şaxa Xizmetên Astengdar û Kal û Kalan ê Daîreya Xizmetên Civakî Îsmaîl Degîrmencî bi wesîleya 15ê Cotmehê Roja Ewlehiyê û Nebînayan bi nûnerên komeleyên astengdaran re hat cem hev.

Tevî Degirmenci, endamên Komîsyona Astengdaran a Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin û meclîsên şaredariyên navçeyan jî beşdarî serdana Komeleya Altinokta ya Koran a Şaxa Amedê û Komeleya Astengdarên Dîcleyê bûn.

Di çalakiya ku nûnerên Komeleya Astengdaran a Dîcleyê, Klûba Sporê ya Astengdaran a Amedê, Kulûba Sporê ya Astengdaran a Kayapinar, 21 Kulûba Sporê ya Astengdaran a Diyarbekirê, Komeleya Koran Altinokta, Kuluba Sporê ya Surkent 21 Astengdaran beşdar bûn, 120 goplanên spî ji astengdarên dîtinê yên hewcedar re hatin dayîn.

Şaredarî projeyên astengdaran pêş dixe

Midûrê Şaxa Xizmetên Astengdar û Kal û Kalan Îsmaîl Degîrmencî jî diyar kir ku ji bo astengdaran projeyên Şaredariya Bajarê Mezin bi cih bînin, ji bo qadên serbixwe, azad û ewle ava bikin tevdigerin.

Degîrmencî, diyar kir ku ew ne tenê di 15ê Cotmehê de her tim bi astengdaran re ne û wiha got: “Ji bo hişyariyê bidin em ê bi serokên komeleyên xwe re bişêwirin û bi awayekî koordînekirî û komî projeyan pêk bînin. Ji bo balê bikşînin ser 15ê Cotmehê û hişyariyê bidin me gopalên spî diyarî kirin."

'Hêviyên me yên mezin hene ku bajarê me geş bibe'

Serokê Komeleya Koran a Altinokta ya Şaxa Diyarbekirê Akîf Karakaş ji ber serdanên Şaredariya Bajarê Mezin kêfxweşiya xwe anî ziman.

Karakaş ev tişt anî ziman: “Hêviyên me yên mezin hene ku di heyama pêş de bi xebatên Şaredariya Bajarê Mezin, bajarê me zêdetir bi pêş bikeve. Ez di wê baweriyê de me ku dê Diyarbekir ji sedî sed ji bo welatiyên astengdar bibe bajarekî ewle."

Diyariya gopalê spî watedar e

Endamê Komeleya Koran a Altinokta Înan Adîgûzel, diyar kir ku gopalê spî sembola jiyana wan e û diyar kir ku diyariya gopalê spî ya Şaredariya Bajarê Mezin ji bo wan pir bi wate ye.

 

Image Gallery