Print this page

Pêkanîna "Dema Muxtaran" berdewam e

Şaredariya Bajarê Mezin her roja çarşembê pêkanînek bi navê “Dema Muxtaran” b mebesta çareserkirina pirsgirêkan di demeke herî zû de pêk tîne, hevdîtina vê hefteyê jî bi serkêşiya Walî Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu hate pêkanîn.

Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, bi mebesta çareserkirina pirsgirêkên taxan “Dema Muxtaran” civanekê li Şaredariyê bi muxtaran re pêk tîne. Her roja çarşembê saet di navbera 14.00 û 16.00ê de jivana bi muxtaran re li Salona Civînan a Şaredariya Bajarê Mezin tê lidarxistin. Civîn di serokatiya Walî Guzeloglu de, bi beşdariya Midûrî Giştî yê DÎSKÎyê Ahmet Naci Helvaci, Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Muhsîn Eryilmaz, serekên daîreyan, midûrê çandiniya bajêr û muxtarên taxan pêk hat. 

Walî Guzeloglu, bo jivana “Dema Muxtaran” daxwaza xêr û xweşiyê kir û got ku ev jivan digihêjin armanca xwe. Walî Guzeloglu, bi bîr xist ku ji bilî vê jivana gel muxtaran, ew serdana navçeyan dikin û ew hewl didin hemû pirsgirêkên parêzgeha Diyarbekirê çareser bikin. Muxtaran jî di dema muxtaran de behsa pirs û pirsgirêkên tax û gundên xwe kirin. Rayedarên şaredariyê jî li gorî daxwaz û giliyên muxtaran agahî wergirtin û der barê xebatên wan waran de agahî dan.

Rêzdar Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, mizgînî da muxtaran ku wan paxav bi daxwazên wan kiriye û li gorî hindê ew ê lig elek tax û gundan yarîgeh û parkan bo zarokan çêkin.