Print this page

Walî Guzeloglu serdana esnafên Hala Zerzewatan kir

 

Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, serdana Hala Zerzewatan kir, bi esnafên halê re rûnişt û guhê xwe da pirs û pirsgirêkên wan.   

Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, ji bo çareserkirina pirsgirêkên esnafan serdana esnafan dike û bi wan re hevdîtinan pêk tîne. Walî Guzeloglu, bi vê mebestê serdana Hala Zerzewatan kir û bi esnafên halê re hevdîtinek pêk anî. Di hevdîtinê de pirs û kêşeyên esnafan hatin axaftin.

Di serdana Walî Guzeloglu de, Serokê DESOBê Alican Ebedinoglu, Serokê Yekitiya Odeyên Pîşekar û Esnafên Diyarbekirê Mehdî Taş, serekên daîreyên şaredariyê, Sekreterê Giştî yê Ajansa Geşedanê ya Qerejdaxê Hasan Maral û esnafên halê amade bûn.   

Serokê DESOBê Alican Ebedinoglu, Serokê Yekitiya Odeyên Pîşekar û Esnafên Diyarbekirê Mehdî Taş, ji ber serdan û piştgiriya wî ya bi esnafan re spasiya Walî Guzeloglu kirin. Walî Guzeloglu jî behsa projeyên şaredariyê kir, bal kişand ku b çareserkirina pirsgirêkên esnafan di bin banê şaredariyê Serokatîya Daîreya Karûbarên Esnafan hatiye damezrandinê û got ku ew bo çareserkirina pirs û pirsgirêkên tevahiya bajêr di xizmetê de ne.