Hevşaredar Bucak li stadyumê maça Amedspor-Umraniyesporê temaşe kir

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, li stadyumê pêşbirka Amedspor û Umraniyesporê temaşe kir.

Amedspora ku di Lîga 1emîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de têdikoşe, li Stada Diyarbekirê bi Umraniyesporê re hat hemberî hev. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, bi Hevşaredarê Baglarê Siraç Çelîk, Serokê Klûba Amedsporê Burç Baysal, Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya, Serokê Baroya Amedê Abdulkadir Guleç, Alîkarê Sekreterê Giştî Reşat Bakan û Midûrê DÎSKÎyê Mehmet Şerîfoglu re maç temaşe kir.

Amedspora ku 90 deqeyan li stadê bi bandor bû reqîbê xwe Umraniyesporê 2-0 têk bir û puanên xwe derxist 25an.

Piştî maçê Hevşaredar Serra Bucak ji ber serketinê Serokê Klûba Amedsporê Burç Baysal pîroz kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
1 2 3 4 5 6 7
8 9 10 11 12 13 14
15 16 17 18 19 20 21
22 23 24 25 26 27 28
29 30 31