Kontrola hişk a xwarinê ji bo tenduristiya gel

Koordînasyona Kontrola Xwarinê ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve ji bo ku welatî bigihêjin berhemên xurekên bi tendurist hatiye avakirin, dê çalaktir bibe.

Ekîbên kontrolkirina xurekan ên girêdayî Midûriyeta Karên Tenduristiyê û ekîbên girêdayî Midûriyeta Zabiteyan di sala nû de, li cihên ku rasterast bandorê li tenduristiya gel dikin, wekî xwaringeh, kafe, çayfiroş, aşxane, pastexane û kargehên hilberînê, kontrolên xwarinê didomînin.

Ekîbên ku di çarçoveya Koordînasyona Kontrola Xwarinê ya ku par di pêşengiya Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê hat avakirin da lez dan xebatên xwe yên teftîş û perwerdeyê, bi taybetî li navenda bajêr li 17 navçeyan xebatên xwe didomînin.

Tîmên zabiteyan dê bên aktîfkirin

Bi perwerdeya ku ji karmendên li Koordînasyona Kontrola Xwarinê re tê dayîn û xebatên pratîkî yên li qadê dê ekîbên zabiteyan hem di warê rêziknameyê û hem jî di warê prensîbên kontrolê de jêhatîtir û bibandortir bibin.

Dê perwerdehiya hilberîn û paqijiyê ji şîrketan re bê dayîn

Her wiha dê ji bo şîrketên hilberîna xwarinê yên ku di sektora taybet de kar dikin re perwerdehiya hilberîn û paqijiyê bê dayîn.

Ji bo xwendekarên ku li navenda bajar û navçeyan dixwînin, bi taybetî li taxên gundewarî dê perwerdehiya ku agahdariya tenduristiyê û paqijiya kesane digire dest, bê dayîn.

Perwerdehiya li ser kar dê bi bandor were zêdekirin

Di kontrolên esnafan de dema perwerdehiya li ser kar dê were zêdekirin, digel kontrolê dê bêtir agahdarî were dayîn û perwerdehiya li ser kar dê bi bandor were zêdekirin.

Tîmên kontrolkirina xwarinê dê bi xwe herin navçeyan û her cure piştgiriya teknîkî bikin da ku li navçeyên gundan di çarçoveya plansaziyê de bi xebatên meydanî xizmetên kontrolkirina xwarinê pêk bînin.

‘Em ê xebatên nû bimeşînin’

Serokê Daîreya Karûbarên Tenduristiyê Vahap Saçakli der barê xebatê de agahî da û destnîşan kir ku di sala 2024an de, li 7 hezar û 500 kargehan teftîş hatine kirin û bi îmhakirina nêzî 3 ton berhemên ku dema wan derbas bûye tenduristiya gel parastiye. Saçakli, anî ziman ku bi kontrolên ku kirine xebateke baş kirine û wiha got: “Di sala 2025an de em ê bi saziyên din re koordînasyoneke nû ava bikin û van hewldanan bigihînin asta herî jor da ku gelê me bigihêje xwarina ewle. Li gel koordîneya ku bi Midûriyeta Zabiteyan û saziyên din re berdewam dike, bi name û hevdîtinên ku tên kirin dê binesaziya xebatên nû di demeke kin de bê aktîfkirin.”

 

Image Gallery