Print this page

Cenazeyê Ayşe Şanê piştî 29 salan tê Amedê

Cenazeyê hunermenda Kurd a bi navê Ayşe Şan, ku weke "Keybanûya Bê Tac" a muzîka Kurd tê naskirin, piştî 29 salan ji Îzmîrê tînin Amedê û dê li Goristana Yenîkoyê were veşartin. Ev yek bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêk tê.

Ayşe Şan, ku di 18'ê Kanûna Paşîn a 1996'an de li Îzmîrê çû ser dilovaniya xwe, cenazeyê wê roja Çarşemê, 18'ê Hezîranê, saet di 08.00'an de dê bo Balafirgeha Amedê bê anîn. Cenaze dê ji aliyê Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun ve were pêşwazîkirin. Piştî merasîma pêşwazîkirinê, cenaze dê saet di 10.00'an de li Goristana Yenîkoyê were definkirin.

Piştî merasîma veşartinê, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê rêwresmeke bîranînê li dar bixe.

Ayşe Şan kî ye?

Ayşe Şan di sala 1938'an de li Amedê ji dayik bûye û weke yek ji dengên herî bi hêz û xweser ên muzîka Kurd tê nasîn. Şan, ku di temenekî ciwan de dest bi kariyera xwe ya muzîkê kir, bi şiroveyên xwe yên ku bi taybetî ji kevneşopiya dengbêjiyê dihatin, di nava gel de şopeke kûr hişt. Hunermend, hem berhemên Kurdî û hem jî yên Tirkî digotin, lê bi taybetî bi kilamên xwe yên Kurdî dihat naskirin. Wê bi awazên xwe yên ku sirgûn, hesret û êşên gel vedibêjin, di dilê her kesî de text danîbû.

Bavê Ayşe Şan jî dengbêj bû. Ayşe Şan di dirêjahiya jiyana xwe ya muzîkê de li gelek cihên cuda wek Amed, Dîlok, Stenbol û Almanya jiya. Ayşe Şan di sala 1996'an de ji ber nexweşiya ku pê ketibû, li Îzmîrê çû ser dilovaniya Xwedê.