Kampanyaya têkoşîna li dijî madeyên hişber

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi boneya 26'ê Hezîranê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Bikaranîn û Qedexekirina Madeyên Bêhişker, li navçeya Rezan belavok belav kir û esnaf û welatî derbarê tiryakê de agahdar kirin.

Tîmên Navenda Perwerdehî û Şêwirmendiyê ya Têkoşîna li Dijî Madeyên Bêhişker ku di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî de kar dike, ji bo ku di civakê de di têkoşîna li dijî tiryakê de hişmendiyê zêde bike, bi boneya 26'ê Hezîranê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Bikaranîn û Qedexekirina Maddeyên Bêhişker dest bi xebatan kirin.

Esnaf derbarê tiryakê de hatin agahdarkirin

Tîman, li Kolana Koçeran a Taxa Fatihê ya navçeya Rezan ku wek herêma pîlot hatibû hilbijartin, herwiha li Rezan Dortyol û Taxa Muradiyeyê, broşurên ku tê de "Tiryak çi ye, meriv çawa ji tiryakê xilas dibe û rêbazên tedawiya tiryakê" nivîsandî bûn, li esnaf û welatiyan belav kirin. Di dema belavkirina broşuran de, esnaf û welatî derbarê tiryakê de hatin agahdarkirin.

Tîman her wiha li hin deveran afîşên agahdarkirinê jî daliqandin.

Di xebatê de, pisporên Navenda Şêwirmendî û Perwerdehiya Têkoşîna li Dijî Madeyên Bêhişker, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û endamên meclîsê jî beşdar bûn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30