Print this page

Seferên şevê di navbera TOKÎya Habeşî û Nexweşxaneya Lêkolînê de dest pê dikin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di navbera Xaniyên TOKÎ yên Erdhejê yên li Taxa Habeşî ya navçeya Rezan û Nexweşxaneya Lêkolînê de, ji bo seferên şevê pêkanîna otobusên nobetdar dide destpêkirin.

Serokatiya Daîreya Gihandinê, ji bo welatiyên ku li Xaniyên Erdhejê yên TOKÎ dimînin, karibin bi lez, ewle û rehet di demên şevê de bigihîjin Nexweşxaneya Lêkolînê, di navbera TOKÎya Habeşî û Nexweşxaneya Lêkolînê de seferên otobusên şevê dixe ber xizmetê.

Li ser xeta bi koda Y5 ku 2 wesayît hatine erkdarkirin, sefer dê ji 21’ê Îlonê roja Duşemê pê ve dest pê bikin.

Rêgeh û demên wesayîtên Y5 wiha ne: “Habeşî - Çarxerêya 500 Evler - Roniyên Tepeşehîrê - Nexweşxaneya Zarokan - AVMya Ceylanê - Qantar - Tesîsler - Dîclekent - Metropol - Çarxerêya Tesîsler - Kolana Mastfroş - AVMya Winstown - Xaniyên Malîyeyê - Nexweşxaneya Lêkolînê."

Demên Seferan:

Habeşî - Nexweşxaneya Lêkolînê:

•20.15

•22.15

•00.15

Nexweşxaneya Lêkolînê - Habeşî:

•21.15

•23.15