Guzeloglu: Sîteya Pîşesaziyê dê 5 hezar kesî debar bike

 

Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu di civîna “Desteya Debarê ya Bajêr” de axivî û got ku ew ê esnafên berbelav li Sîteya Pîşesaziya Biçûk ku li ser erdeki 2 milyon û 500 metrekare ye kom bikin û liv ê derê îstihdamê bidine 5 hezar kesî.   

Bi mebesta nirxandina analîzên piyasa û îstihdamê ya 2019ê, bi beşdariya Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu civîna “Desteya Debarê ya Bajêr” hate lidarxistin. Civîn li Salona Konferansê ya Herêma Pîşesaziya Bi Organîze hate pêkanîn û ligel Walî Guzeloglu, Serokê Desteya Rêveber a OSBê Aziz Odabaşi û endamên wê, rayedarên DYSO û DESOBê, nûnerên saziyên civaka sîvîl û karsaz tê de amade bûn.  

Civîn bi nirxandina salane ya Midûrê ÎŞKURê İsmail Koç dest pê kir û der barê armancên 2020ê de nirxandin hatin kirin.

Piştî pêşkêşiyan, Walî Guzeloglu der barê xebatên bo îstihdamê de axaftineke berfireh kir û got ku ew ê li Sîteya Pîşesaziya Biçûk qadên debarê damezrînin û deriyê debarê bo 5 hezar kesî vekin.