Perwerdehiya akredîtasyona lêgerîn û rizgarkirinê xilas bû

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo zêdekirina kapasîteya midaxeleya li hemberî felaketên gengaz dest bi perwerdehiya Akredîtasyona Lêgerîn û Rizgarkirinê kiribû û ew xilas kir.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Afetan, di çarçoveya protokola ku bi AFADê re îmze kiribû de, ji xeynî perwerdeyên teorîk û pratîkî yên 3 hefteyan dom kir, xebatkarên dilxwaz ên ku perwerdehiya hişyariya afetan a 3 rojan jî girtin, di ezmûna sepandî ya ku di 2–3yê Cotmehê de hat lidarxistin de bi ser ketin û ji aliyê AFADê ve hatin akredîtekirin (pejrandin).

Di perwerdehiyan de mijarên wekî hişyariya afetan, awayê tevgerê di rewşên awarte de û bikaranîna alavên rizgarkirinê hatin bidestgirtin. Tîma lêgerîn û rizgarkirinê ya bajaran a asta sivik ku li gorî Plana Midaxeleya Afetan a Tirkiyeyê (TAMP) hat avakirin, dê bi zêdekirina hêza midaxeleya ji herêmê, beşdarî pêvajoyên rêveberiya afetan bibe.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30