Print this page

Şaredarî destê alîkariyê dide mexdûrên erdheja Elezîzê

Şaredariya Bajarê Mezin, piştî erdheja bi tundiya 6,8 ya li Elezîzê xwe gihand mexdûrên li navçeya Çunguşê ya Diyarbekirê û zexîre li qurbaniyên erdhejê belav kir.  

Piştî erdheja bi tundiya bi 6,8 ya li Elezîzê, bi talimata Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin li Elezîz û Diyarbekirê xwe gihand hawara mexdûrên erdhejê. Li navçea Çunguş û gundên wê gelek xanî ji ber zelzelê heriftin û Şaredariyê niştecihên van xanîyan li Mêvanxaneya Şaredariya Bajarê Mezin pêşwazî kirin û Serokatîya Daîreya Karênm Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin jî, zexîreya xwarinê li van mexdûran belav kir.

Şaredariya Bajarê Mezin, li navçeya Gezînê li tesîsên şaredariyê rojê sê danan xwarina germ li mexdûrên zelzelê belav kir. Her weha şaredariyê li vê derê 100 kes li dezgehên xwe hewandin. Aşxaneya Gerok a Şaredariya Bajarê Mezin heta niha jî li taxên Sanayî û Hicetê yên navenda Elezîzê rojê bi sê danan xwarina germ li mexdûrên erdhejê belav dike.