Şaredarî dagirkirina peyarêkan seh dike

 

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo peyarêk ji aliyê kargehan ve neyêne dagirkirin û welatî bikaribin bi rehetî lê hatûçûyinê bikin, kontrolên xwe yên bo van deran berdewam dike.

Serokatîya Darîya Zabiteyê ya Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo peyarêkên ku li kuçe û kolanan ber xizmeta welatiyan in bi destê kargehan ve neyêne dagirkirin, kontrolên xwe li van deran dewam dike.   

Ekîbên zabiteyê, li Bulvara Diclekentê ya navçeya Peyasê saxtî li peyarêkan kir, kargehên ku kelûpelên xwe danîbûn nav peyarêkan û ew dagir kiribûn hatin hişyarkirin û kelûpelê wan hate hilanîn. Ekîb, li kuçe û kolanên ku zêde qerebalixa şêniyan li ser heye saxtîya bo peyarêkan dewam dikin û kargehên ku kelûpelên xwe danine ser peyarêkan hişyar kirin û ji wan xwestin kelûpelên xwe rakin û ji wan re hate gotin, heke ew bi ya zabiteyan nekin, li gorî rêziknameya şaredariyê ew ê ceza li wan bibirin.  

Her weha ekîbên zabiteyê, xwedanên otomobil û motorsîkletên li ber rampeyên astengdaran park kirine jî hişyar kirin.