Ji bo heywanên li kuçeyan xwarin danîn 24 cihan

 

Bi destpêşxeriya Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu ekîbên bi ser Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê ji bo heywanên kuçe û kolanan li ber pûk û befirê neqerisin û birçî nemînin, xwarin ji bo wan danî. Li 24 cihên bi ser Yenîşehir, Peyas, Baglar û Sûrê arîkên xwarina heywanên kuçeyan hatin bi cih kirin.   

Çawa ku berf û pûkê bi ser bajarê Diyarbekirê de girt, Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu talîmatek weşand û ji ekîbên bi ser Serokatîya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê xwest di vê sermayê de heywanên kuçe û kolanan ji bîr nekin. Lewre ekîban arîkên xwarinê danîn 24 cihan da ku heywan pê zikê xwe têr bikin.