Pirtûkxaneya dengî dest bi xebatê kir

Pirtûkxaneya dengî ya ji bo astengdarên dîtinê hatiye danîn û aydê Şaredariya Bajarê Mezin e, dest bi xebatên xwe yên tomarkirinê kir.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo komên astengdar û desteng ên cihê cihê xebatan dike, di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî de ji bo astengdaran pirtûkxaneya dengî saz kiriye û pirtûkxaneyê dest bi tomarkirina dengan kir. Li Sumerparkê odeya denggirtinê hate sazkirin û kesên dilxwaz dikarin biçin wê derê ji bo astengdarên dîtinê, pirtûkên dersan, çîrok, helbest û romanan bixwînin û tomar bikin. Pirtûk piştî tomarê ji bo CD tên veguhastin û paşê tên arşîvkirin û heke astengdarên dîtinê bixwazin ku guhdarî bikin, bo maweyekê didinê ku paşê li pirtûkxaneyê vegerînin. 

Di çarçoveya projeya berpirsyariya civakî de heçî kesê dil heye dengê xwe tomar bike, dikarin serlêdana xwe li Midûrtiya Şaxa Astengdaran a bi ser Serokatîya Daîreya Xizmetên Civakî bike.

Pirtûkxaneya dengî, ligel tomarkirina pirtûkên dersê û pirtûkên mîna roman û helbestan ji bo kesên di warê muzîkê de jîr bin jî xizmetê dike. Astengdar ger bixwaze dikare di stûdyoyê de li ber ensturmanên muzîkê stranan bibêje.