Şaredariyê semîner da malbatên astengdaran

 

Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta rehettir bikaribin bi zarokên xwe yên astengdar re têkiliyê deynin û der barê mafên astengdaran de wan agahdar bikin semînerek bo malbatên astengdaran li dar xist. 

Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin, li Navenda Jiyana Çalak ji bo astengdar û malbatên wan bernameyan li dar dixe. Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, bi mebesta rehettir bikaribin bi zarokên xwe yên astengdar re têkiliyê deynin û der barê mafên astengdaran de wan agahdar bikin semînerek bo malbatên astengdaran pêk anî.

Semîner li Arti 1 Kafeya li Navenda Jiyana Çalak a li Parkormaniyê hate lidarxistin û erkdara Navenda Lêkolîn û Rêberiyê ya Sûrê a bi ser Midûrtiya Perwerdeyê Fatma Kaya ve hate dayîn û malbat hatin agahdarkirin.

Di semînerê de hate gotin, ka malbat divê zarokên xwe çawa amade bikin, çawa baştir bikaribin wan fam bikin, çawa wexteke rast û bi qelîte bi wan re derbas bikin. Kaya di semînerê de der barê rewşa zîhnî, fîzîkî û derûnî ya zarokan de malbatên wan agahdar kirin û behsa heq û mafên astengdaran ji malbatên wan re kir.