Şaredarî park û seyrangehan dezenfekte dike

 

Şaredariya Bajarê Mezin, bi boneya virûsa coronayê (Covid-19) park û seyrangehan ji sertapê bi dermanên ji aliyê Rêxistina Tenduristî ya Cîhanî ve hatine pejirandin, dezenfekte dike. 

Şaredariya Bajarê Mezin, bi boneya virûsa coronayê (Covid-19) park û seyrangehan ji sertapê bi dermanên ji aliyê Rêxistina Tenduristî ya Cîhanî ve hatine pejirandin, dezenfekte dike. Bi vê mebestê, ekîbên bi ser Serokatîya Daîreya Park Baxçe û Qadên Hêşîn, li park û seyrangehên navçeya Yenîşehir, Sûr, Peyas û Rezanê xebatên paqijkirin û dezenfektekirinê dan destpêkirin. Ekîb, berê qadê bo dezenfektekirinê baş dimalije û paqij dike, paşê jî ekîbên şareza bi cil û bergên bijûn diçin wan deran û dermanan direşînin. Bi taybetî kamelya, rêyên meşyanê, bank û yarîgehên zarokan tên dezenfektekirin.    

Dê li parkan xebatên dezenfektekirinê bidomin

Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta parastina tenduristiya gel, park û yarîgehên ku ji bo mezinan cihên bêhnvedanê û ji bo zarokan yarîgeh in, bi awayekî perîyodîk dezenfekte bike.

Ji ber van xebatên paqijiyê û dezenfektekirina park û seyrangehan, welatiyan spasiya rayedarên Şaredariya Bajarê Mezin kir.