Â
Â
Åžaredariya Bajarê Mezin, di xizmetguzariya bajêr de pêngavên mezin diavêje û wek gava pêşîn a vê xizmetguzariyê 53 otobûsên nû xistin ber xizmetê. Ji bo danasîna otobûsan daxuyaniyeke çapemeniyê bi beÅŸdariya Walî û Cîgirê Åžaredar Hasan Basrî Guzeloglu hate pêkanîn. Guzeloglu got ku ev wesayit dê di tora rê ya 6 hezar û 261 kîlometir a vî bajarî de xizmetê bikin. Â
Şaredariya Bajarê Mezin, xizmetên binesazî û rêyan dewam dike û li filoya xwe ya wesayitan 53 otobûs zêde kirin. Serokatîya Daîreya Çêkirina Rê û Koordînasyona Binesaziyê daxuyand ku di nava sê salan ew ê hemû otobûsên xwe nû bikin, wek gava ewil 53 otobûs hatin wergirtin û danasîna wan hate kirin.
Merasîma danasînê bi beşdariya Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, Sekreterê Giştî Muhsîn Eryilmaz, Alîkarê Sekreterê Giştî Vedat Gungor, Miftiyê Diyarbekirê Yavuz Selîm Karabayir, serekên daîreyan û xebatkaran pêk hat.
Di daxuyaniya danasînê de Walî Guzeloglu der barê xizmetguzariya şaredariyê de agahdariyek kir û bi bi berfirehî behsa xebatan kir.
Â