Şaredariyê alîkarî gihand 10 hezar malbatî

 

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo malbatên desteng hewla alîkariyê bi slogana ji bo 10 hezar malbatî 10 hezar kolîyên zexîreyê dabû destpêkirin. Şaredarî bi gihandina van kolîyan berdewam e. 

Şaredariya Bajarê Mezin, berî pêla koronayê (Covîd-19) li 17 navçeyan 5 hezar kolîyên yarmetiyê belav dikir, bi belavbûna nexweşiya koronayê re ev yarmetî duta kir û derxist 10 hezar kolîyan ji bo 10 hezar malbatên xizan û destteng. Ekîbên bi ser Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ligel ekîbên Komên Hawara Wefadariyê radihêjin kolîyan û derî bi derî digihînin ber destê malbatên hewcedar.  

Kolîyên yarmetiyê ku Serokatiya Daîreya Xizmetên Sosyal ji Koperatîfên Kredî Çandinî ya Tirkiyeyê terxan kirine, dibe radestî malbatên ku ji aliyê Weqfa hevgirtin û Alîkariya Sosyal ve hatine diyarkirin, dike.    

Kolîyên yarmetiyê 23 kîlo giran in, di van koliyan de, fasûlî, ard, meqerûn, nîsk, nok, savar, birinc, rûnê Ayçiçek, ÅŸekir û ava bacanan heye. Ev kolî, bi rêveberiya ÅŸaredariyê tên belavkirin. Welatîyên pêdivî dikarin bi xeta telefonê ALO 153 û xeta WhatsApp 0 412 226 22 98 xwe bigihînin ÅŸaredariyê û daxwaza xwe bibêjin.   Â