Ber sûrên Diyarbekirê tê paqijkirin

Şaredariya Bajarê Mezin, li hawirdor û ber binên sûr û bedenên Bajarê Diyarbekirê dest bi karûkarê paqijiyê kir.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo jîngeheke paqij bêrawestan xebatên xwe didomîne. Serokatiya Daîreya Kontrol û Parastina Jîngehê ya Şaredariya Bajarê Mezin, ekîbên bi ser şaxa paqijiyê zend û bendên xwe badan û li hawirdor û ber binên sûr û bircên Diyarbekirê karûbarê paqijiyê da destpêkirin.

Karê paqijiyê dê hemû birc û bedenan li xwe bigire, nava bircan û derdora wan dê bête maliştin. Tê plankirin xebata paqijiyê hefteyekê bidome û bin û derdorên sûran tev paqij bibe. Piştî paqijiyê giyayê binê sûran dê bête çinîn û dijî mar, dûpişk û kêzikan deman bête reşandin.