Print this page

Şaredarî kontrolê li kamyonên giran dike

Serokatîya Daîreya Zabiteyê ya Şaredariya Bajarê Mezin, wesayitên giran li nava bajêr kontrol kirin û wesayitên paxav bi rêgezan nekirî ceza li wan hate birrîn.

Serokatiya Daîreya Zabiteyê ya Şaredariya Bajarê Mezin, wesayitên giran xistin ber lêgerînê. Ekîbên zabiteyê gorî tevdîrên koronavirusê (covîd-19) bi karê saxtiyê rabûn û bi taybetî kamyonên kertûlan, mîkserên betonê û komyonên komirê seh kirin. Bi taybetî kamyonên bê branda, yên zêde bar kirî û yên tekerên wan bi herrî hatin hişyarkirin û li ber ceza ketin.  

Zabiteya Şaredariya Bajarê Mezin der barê mijarê de daxuyand ku kontrolên wan bêrawestan didomin û weha hate gotin: “Here kamyonê barê wê diyar e. Divê kamyon û wesayitên giran vî sînorê barê xwe nedorînin. Ev erebên bargiran aslafta rê xirab dikin. Divê kamyonên dexel û xîzê serê wan bi brandayê pêçabe. Şofêrên li gorî van regezan tevnegerin dê li ber ceza bikevin.” Di daxuyaniyê de hate xwestin ku der barê mijarê de gilî li xeta ALO 153ê ya şaredariyê bête kirin.