Şaredarî bi bernameya YADESê destê pîr û kalan digire

 

Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya Bernameya YADESê ya Wezareta Xebat û Xizmetên Civakî û Malbatan ji bo hêsankariyê di jiyana pîr û kalan de bike, “Projeya Navenda Kordînasyon û Salborandina Çalak” pêş xist û ser vê projeyê xizmetê ji pîr û kalan re dike.   

Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya Bernameya YADESê ya Wezareta Xebat û Xizmetên Civakî û Malbatan ji bo hêsankariyê di jiyana pîr û kalan de bike, “Projeya Navenda Kordînasyon û Salborandina Çalak” pêş xist û ser vê projeyê xizmetê ji pîr û kalan re dike. Li gorî bernameyê, ekîbên şareza û pispor, diçin malên pîr û kalan, di warê biyo-psîko sosyal de tevkariyê bi wan re dikin û pêdiviyên wan ên xwemalî û jiyanê tînin cih.  

Şaredariya Bajarê Mezin, ji adar 2020ê ve ye her meh, li 17 navçeyan xwe digihîne 300 malbatên destteng ên pîr û kalan û pêdiviyên wan tîne cih. Ekîbên şaredariyê, serdana pîr û kalên di ser 65 saliyê re dikin, seh dikin ka li gorî bergiriyên Covîd-19 çi pêdivî û kêmasiyên wan hebin, wan demildest terxan dikin.