Şaredarî kursên çand û hunerê vedike

 

Şaredariya Bajarê Mezin, di 17 beşan de kursên çand û hunerê yên bi sertîfîka û bêpere vedike. Ji bo beşdariya van kursên çand û hunerê serlêdan di navbera 30ê hezîran-14ê tîrmehê de  ye û li Navenda Çandê û Kongreyan tê kirin.

Şaredariya Bajarê Mezin, li rex xebatên bi mebesta pîşekarî û bo debarê têne kirin her weha kursên çand û hunerê jî bêpere vedike. Şaredariya Bajarê Mezin, kursan li gorî tevdîrên nexweşiua koronayê (Covîd-19) vedike û kurs di beşên tembûr, gîtar, bilûr, ney, flîta rexî, piyano, klarnet, govend, zimanê îşaretan, fotokêşan, perwerdeya dramayê, şanoya pratîkî, çêkirina kurtefîlman, rêbazên nivîsîna şanoyan û defê de ye. Serlêdana bo kursan 30ê pûşperê dest pê dike û heta 14ê tîrmehê serlêdan têne qebûlkirin. Ji bo cihê serlêdanê jî Navenda Çand û Kongreyan serlêdanan qebûl dike. Zarokên navbera 7-18 salî û kesên di ser 18 saliyê re dikarin serlêdana xwe bikin. Ji bo kesên di bin 18 saliyê de divê lêzimekî wan ê nêzik pê re be. Û divê bi destûra malbatê be.    

Belgeya beşdariyê tê dayîn

Kurs, dê ji aliyê perwerdekaran ve li fêrgehên Navenda Çand û Kongreyan ya Şaredariya Bajarê Mezin bêne dayîn. Piştî serlêdana kursiyeran bi dawî bibe dê ser barê encamê de bi rêya sms peyam bêne şandin û ew bêne agahdarkirin. Kurs dê 16ê tîrmehê pê ve dest pê bikin û 4 mehan bidomin. Beşdarên bi serkeftî kursa çand û hunerê bi encam bike dê belgeya beşdariyê jê re bête pêşkêşkirin.