Pirsgirêka gend û gilêşên bajêr tê çareserkirin

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo çareserkirina pirsigirêka çopên bajêr a 25 salan zend û bendên xwe şidandin û Serokatîya Daîreya Kontrol û Parastina Jîngehê dest bi xebatên avakirina dezgehê bermahiyên hişk û hola kir.

Şaredariya Bajarê Mezin, dest bi xebata dabînkirina cihê çopên bajêr kir. Ji sala 1996ê ve ye bermahiyên malan bi awayekî bêserober tê depokirin. Bi talimata Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu xebat hate destpêkirin û liv ê qada li Qerejdaxê dê dezgeheke bermahiyên hişk û hola ya depokirina çopan li gorî standardên YEyê bê avakirin.  

Pirsgirêkên hawirdorane tên çareserkirin

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo pirsgirêkên ji ber bermahiyan peyda dibin çareser bike xebat dane destpêkirin; li gorî vê gilêş dê li gorî teknolojiyê bên berterefkirin û ji bo wan bixin ber xizmeta debarê jî dê pirsgirêkên hawirdorane bêne çareserkirin.

Pergala parzinandina ava verêjê tê danîn

Projeya bi navê “Dezgehên Rêvebirina Bermahiyên Hişk û Hola û Meydana Depokirina Bi Rêkûpêk” tê amadekirin, li gorî projeyê meydana depokirina çopê bêserober dê bête rehabîlîtekirin û pirsgirêkên hawirdorane bêne çareserkirin. Li şûna wê dê dezgeheke pêşketî bête danîn, tê de dê gend û gelaş ji hev bêt vavartin û qismekî wê dê ji nû ve bête berhemanîn.  

Dezgehê Biyogazê tê avakirin

Li gorî projeya Şaredariya Bajarê Mezin Dezgehê Bîyogazê jî tê danîn, bi vî dezgehî ji gaza gilêşan elektrîk tê hilberandin. Şaredariya Bajarê Mezin, bi şêwaza bijene bi kar bîne û dewir bike dê ji ceyrana vê dezgehê mifayê bi dest bixe.