Şaredarî pêşbirkekê bona 15ê Tîrmehê li dar dixe

Serokatiya Daîreya Xizmetên Spor û Ciwanan a Şaredariya Bajarê Mezin, bi talimata Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, pêşbirka wêne û resman a ser hêmaya 15ê Tîrmehê li dar dixe.

Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta bibîranîna kesên di 15ê Tîrmeha 2016ê de giyanê xwe ji dest dane û Roja Hevgirtina Milî û Demoklrasiyê bi bîr bîne, pêşbirka resim û wêneyan li dar dixe. Pêşbirk bi talimata Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu tê lidarxistin û pêşbirk dê bi hêmaya 15ê Tîrmehê be.

Beşdarê pêşbirkê divê niştecihên nav tixûbên parêzgeha Diyarbekirê bin. Beşdariya pêşbirkê dikare li ser malpera http://diyarbakirbilgiyarismasi.com/ bête kirin. Ji bo serkeftiyên pêşbirkê xelat hene. Serkeftiyê pileya yekê saeta biaqil, pileya duyê berguhkên bluetoobth û ji bo pileya sêyê jî makîneya fotokêşanê heye.  

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2020 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
      1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30 31