Print this page

Îtfaiyeyê malbatek di çem de asê bûyî rizgar kir

 

Ekîbên bi ser Rizgarî û Lêgerîna Binavê ya Îtfaiyeya Şaredariya Bajarê Mezin, malbateke ji 7 kesî ku li perên Çemê Dîcleyê ji xwe re geş dikir ji ber rabûna avê di giravkê de asê man, bi botên avê rizgar kirin. 

Ekîbên bi ser Rizgarî û Lêgerîna Binavê ya Îtfaiyeya Şaredariya Bajarê Mezin, malbateke ji 7 kesî ku li perên Çemê Dîcleyê ji xwe re geş dikir ji ber rabûna avê di giravkê de asê man, bi botên avê rizgar kirin. Ekîbên Şaredariyê li ser telefoneke bo hejmara 110ê ketin nav tevgerê û bi belemê xwe gihandin malbata asêbûyî û ew gihandin ber perrê avê. Bi mebesta ewlehiyê êlekên rizgarkirinê li endamên malbatê kirin û ew bi saxlemî gihandin cihê ewle. Malbata asêbûyî, ji ber di hawara wan de hat spasiya Şaredariya Bajarê Mezin kir.

Serokatîya Daîreya Agirkujiyê a Şaredariya Bajarê Mezin, bi bîr xist ku her sal hin kes di ava çemê Dîjleyê de dixeniqin û bang li welatiyan kir ku geşt û seyrana wan li deverên ber lêva ava çêm nekin.