Print this page

Şaredariyê kursên pîşeyî bo jinan vekirin

Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta tevkariyê li debara jinan bûbe bi hevkariya ÎŞKURê di 4 branşan de kursên pîşeyî vekirin.

Şaredariya Bajarê Mezin, bi hevkariya ÎŞKURê di 4 branşan de ji bo jinan kursên pîşeyî vekirin. Ev kurs di bin serperiştiya Serokatiya Daîreya Xizmetên Malbatê û Jinan de tên meşandin, kurs ji ber pandemiyê hatibûn rawestandin, niha dîsa hatin vekirin. Kurs meha tebaxê dest pê kirin û heta meha kewçêrê dê dewam bikin, 48 jinên di navbera 16-45 salî de beşdarî van kursan dibin.  

Perwerdeya kursan bi destê perwerdekarên bi ser Midûrtiya Navenda Perwerdeya Gel tê meşandin û di encama kursan de dê sertifikaya bi îmzeya MEBê bidin kursîyeran.