Şaredarîyê saxtiya ‘Tenduristî Ji bo Me Hemûyan’ pêk anî

 

Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya tevdîrên koronavirûsê (Covîd-19) ku Wezareta Navxweyî ji 81 bajarî re şandîye de otogarên navbajarî û navçeyan, taksiyên bazirganî û cihên şahî û kêfxweşiyê kontrola maske, paqijî û navbera nêziktêdayînê kir.

Di çarçoveya tevdîrên koronavirûsê (Covîd-19) ku Wezareta Navxweyî ji 81 bajarî re şandîye de, Serokatiya Daîreya Zabiteyê ya Şaredariya Bajarê Mezin saxtîya bi navê “Tenduristî Ji Bo Me Henmûyan” pêk anî.

Ekîbên Zabiteyê, serê pêşîn li DÎŞTÎyê saxtî kir û kontrola maske, paqijî û navbera nêzîktêdayînê li 23 acenteyên geşt û guzarê pêk anî. Pişt re ekîbên Zabşteyê taksiyên bazirganiyê jî seh kirin û di warê bikaranîna mase û berdevlêvkan, paqijî û navbera têkilîdayînê de kontrol kirin.

Herî dawîn ekîbên zabiteyê, şûnwarên şahî û kêfxweşiyê yên bajêr xistin ber kontrol abi boneya koronavirûsê û di warê bikaranîna berdevlêvkan, paqijî û navbera têkilîdayinê de kontrol kirin.

Zabiteyê bi daxuyaniyekê aşkere kir ku kesên li gorî tevdîrên koronayê tevnagerin tên cezakirin û hate gotin û kontrol û saxtî dê berdewam bin.