Şaredarî sehêtiya koronavirûsê li dukanan dike

 

Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta têkoşîna bo rêlibergirtina nexweşiya koronavirûsê (Covîd-19) li seranserê bajêr kontrol û sehê li dukanên xwerekfiroşan dike.

Serokatîya Daîreya Karûbarên Tenduristî ya Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta têkoşîna bo rêlibergirtina nexweşiya koronavirûsê (Covîd-19) li seranserê bajêr kontrol û sehê li dukanên xwerekfiroşan dike. Ji ber dawiya hefteyê qerebalixa şêniyan zêdetir e, ekîbên Şaredariyê jî di dawiya hefteyê de kontrolan bêhtir dike. Di sehêtiyê de ekîb, pêçana dev û rû bi maskeyan, navbera têkilîdayînê û paqijiyê kontrol dike.  

Ekîbên Şaredariyê, dukan bi dukan digerin û bi taybetî li rewşa paqijî û hîjyeniya kel û pelê xwarinê dinerin û vedinêrin. Ekîb, dukanên derî qanûnê hişyar dikin û ekîban da zanîn, ew ê kontrolên xwe bi giranî berdewam bikin.