Şaredarî kursa avjeniyê bêpere dide

 

Şaredariya Bajarê Mezin, li Melevangeha Seyrantepe TOKÎyê bo beşdariya zarokên 7-17 salî kursa melevaniyan bêpere vekiriye. Kurs dewam dike, dema kursê tevdîrên bona pandemiyê tên girtin.  

Şaredariya Bajarê Mezin, bi serkêşiya Serokatiya Daîreya Xizmetên Spor û Ciwanan, bi mebesta pêşxistina hişmendiya sporê di nav ciwanan de xebatên xwe dewam dike. Bi vê mebestê gelek bizav û bernameyên Şaredariyê hene. Avjenî jî yek ji van çalakiyan e.

Şaredariya Bajarê Mezin, li Melevangeha Seyrantepeya TOKÎyê ji bo zarokên 7-17 salî kursên avjeniyê pêk tîne. Kurs bêpere ne û hefteyê 5 rojan têne kirin.

Dema kurs bi rê ve diçin ekîbên şaredariyê ji bo nexweşiya covîd-19 li zarokan bandorê neke, tevdîrên pandemiyê digire.

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2021 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
      1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30