Xwendekarên Mala Zanînê li dezgehê veguherandinê geriyan

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo xwendekarên li mala Zanînê di warê xweza û hişmendiya xwezayê de zana bike û xwe bi pêş bixin ji bo wan bermaneyek gerîna li dezgehê veguherandinê l dar xist.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Spor û Ciwanan a Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo xwendekarên Mala Zanînê cure cur bernameyan li dar dixe. Serokatiya Daîreya Xizmetên Spor û Ciwanan, ji bo xwendekar di warê xweza û hjişmendiya xwezayê de têgihîştî bin, ji bo wan geşt û geryanek bo serdana dezgehê veguherandinê pêk anî. Xwendekar di geryana dezgehî de serwext bûn ka jihevqetandina gend û bermahiyên malê ji bo suriştê çi qasî giring e û wan peyama veguherandina gend û gilêşan da.

Xwendekar bi mamosteyên xwe re hatin dezgehê veguherandinê, dezgeh li taxa Baxcilar a navçeya Baglarê ye û endezyarên jîngehê zarok, der barê veguherandinê, hişmediniya xwezaparêziyê û bermahiyên amblajê de agahdar kirin.

 

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2021 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
      1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30