Karaloglu: Heke em guh bidin tevdîran em ê virûsê têk bibin

 

Wezareta Nevxweyî der barê tevdîrên virûsa koronayê de giştînameyek weşand, Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu bi boneya vê giştînameyê li semta Ofîs a navçeya Yenîşehrê beşdarî saxtiyên bona virûsê bû û weha got: “Heke em paxavê bi tevdîran nekin, ev virûs dê me nexweş bixe û me ji hezkiriyên me dûr bike.” Û banga gundana bi tevdîran kir. 

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu bi boneya giştînameya Wezareta Navxweyî ya der barê tevdîrên virûsê de li semta Ofîs a navçeya Yenîşehrê beşdarî saxtiyên bona virûsê bû.

Walî Karaloglu, li Kuçeya Hunerê û bazara li Ofîsê hatiye danîn geriya û bal kişand ser giringiya bikaranîna maskeyan û ji welatiyan xwest dema têkiliyan çêdikin hay ji navber û mesafeyê hebin. Karaloglu, di serdana esnafan de guhê xwe da pirsgirêkên wan û ji wan xwest ku paxavê bi tevdîrên bona virûsa koronayê hatine destnîşankirin, bikin.

Di serdana Walî Karaloglu, giregirên bajêr, fermandarên hukmî û eskerî û rayedarên odeyên pîşesazî û pîşekariyê jî amade bûn.  

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2020 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
      1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30 31