Print this page

Şaredarî rêya gundan asfalt dike

 

Şaredariya Bajarê Mezin, li navçeya Pîran, Erganî û Gêlê lez daye xebatên çêkirina rêyan, li ser rêya Erganî Bereketlî-Gundê Xanê karê kolandinê, li gundê Odenlera Gêlê 900 metre kevirê parke datîne û li rêya navçeya Pîranê jî karê darêtina betonê dimeşîne.   

Şaredariya Bajarê Mezin, xizmetguzariya xwe ya bo çêkirina rêyan bêrawestan didomîne. Mebesta vê xebatê ew e ku welatî hatûçûneke rehet bikin.

Serokatiya Daîreya Çêkirina Rê û Kordînasyona Binesaziyê, dest bi çêkirina rêya gundên Bereketli-Han ên Erganiyê ku 23 kilometir dirêjiya wê heye, kir. Piştî kolandina vê rê temam bibe dê r saxtî û qîra rê bête darêtin.