Şaredariyê perê karkerên malnişîn dayê

Şaredariya Bajarê Mezin, 5 milyon û 639 hezar û 050 TL û 56 qurûş tazminata 32 karkerên maweyê wan qediya û bi dilê xwe malnişîn bûn, razî kir.

32 karkerên bi kadro yên di beşên cihê cihê yên Şaredariya Bajarê Mezin de dixebitîn, maweyê wan ê kar bi dawî bû û ew jî bi dilê xwe malnişîn bûn. Heqê tazmînata wan malnişînan bêkêmasî hate razîkirin.  

Şaredariya Bajarê Mezin, wek heqê tazmînatê 5 milyon û 639 hezar û 050 TL û 56 qurûş razande hesabê van 32 karkerên malnişîn.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji ber keda wan spasiya karkeran kir û di jiyana wan a nû de ji bo wan û malbata wan jiyaneke serkeftî daxwaz kir.