Print this page

Konsera Warê Diyarbekir hate pêşkêşkirin

Şaredariya Bajarê Mezin di çarçoveya çand û hunerê ya meha Mijdarê de ji aliyê Koma Muzîka Hunerî ve konsera Warê Diyarbekir pêşkêşî stranhezan kir.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Çand û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin di çarçoveya bernameyên xwe yên meha Mijdarê de bernameyên sînema, şano û muzîkê û şaxên din ên hunerê pêşkêş dike. Di vê çarçoveyê de Koma Muzîka Hunerî ya Şaredariya Bajarê Mezin, konsera Warê Diyarbekirê pêşkêş kir.

Konser li Salona Konferansan a Navenda Çand û Kongreyan hate pêşkêşkirin û komek stranhez tê de amade bûn.