Print this page

Şaredarî pirgirêka kanalîzasyonê ya Çermûgê çareser dike

 

 

Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎyê, dest bi projeya dabînkirina Dezgehên Parzinandina Ava Şêlo ya navçeya Çermûgê kir. Bi vê projeyê re dê pirsgirêka kanalizasyon û ava şêlo ya navçeyê bête çareserkirin.  

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, çendek berê serdana navçeya Çermûgê kiribû û pirsgirêkên navçeyê, di civînekê de hatibûn axaftin. Bi vê re DÎSKÎyê zend û bendên xwe badan û dest bi dabînkirina projeyan hate kirin. Li gorî vê, ava kanalîzasyonê ku diherike nav Çemê Sînagê dê li 8 deveran bête deşarjkirin û li du deverên cuda bête pengandin û derbasî Dezgehê Parzinandina Ava Şêlû bête kirin.

Piştî ava şêlû hat parzinandin dê dîsa bon av Çemê Sînagê bêt deşarjkirin.