Şaredarî, dilê cotyaran xweş dike

 

 

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu projeyên giring di warê cotyariyê de bi pêş xistine, bi taybetî pengav ji bo avdana zeviyan û avdana heywanan hatin çêkirin, xizmetguzariya Şaredariyê ji bo gundê Haydana Jorîn a 50 mal û 550 nifûs ya bi ser Gêlê rûyê cotyaran geş kir.

Şaredariya Bajarê Mezin, bi talimata Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, projeyên sewalvanî û çandiniyê bo gundewaran bi pêş dixe.

Bi vê mebestê Şaredariya Bajarê Mezin, bi serperiştiya Serokatiya Daîreya Xizmeta Gundewaran li 7 navçeyan 22 pengavên avdanê çêkirin. Bi vê mebestê ekîbên Şaredariyê gola HÎS paqij kir û dîsa xiste ber xizmeta avdana heywanan û avdana zeviyan a gundiyên gundê Haydana Jorîn.

Ev gund bi ser navçeya Gêlê ya bajarê Diyarbekirê ye. Hêjayî gotinê ye ku Şaredariya Bajarê Mezin bêrawestan xizmetê bo gundewarên Diyarbekirê li her 7 navçeyan didomîne.