Şaredarî ji zivistanê re amade ye

 

Serokatiya Daîreya Çaksaziya Rêbiwaran û Kordînasyona Binesaziyê, ji bo şêniyên bajêr zivistana xwe bê kêmasî û bê tengavî derbas bikin, amadekariyên xwe bi encam kirin. 

Li Diyarbekirê 6 kîlometir tora rê û rêbiwar heye, ji bo di vê rêgehê de zivistanê çi kêmasî û çi tengasî çênebin, Şaredariya Bajarê Mezin berheviyên xwe kirin û ligel şaredariyên dîtir ên navçeyan dê di amadebaşiya zivistanê de be.

 

142 xebatkar û 49 makîneyên kar

 

Şaredariya Bajarê Mezin, li 17 navçeyan, bi 142 xebatkaran û 49 makîneyên kar ên di bin banê Serokatiya Daîreya Çaksaziya Rêbiwaran û Kordînasyona Binesaziyê ji bo tengavî û kêmasiyeke zivistanê berheviyên xwe kirin. Di fîloya şaredariyê de 16 greyder, 11 kepçe, 10 wesayitên malîna berfê û xwêkirin rêyan, 1 dozer û 11 wesayitên barhilgir di amadebaşiya zivistanê de ye.    

 

100 hezar ton asfalta sar ji bo rêyên xirab amade ye

 

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo qerisîn û qeşagirtina rêyan 2 hezar ton xwê kiriye û her weha ji bo rêyên xirab bibin jî 100 hezar ton asfalta sar ber destê wê heye. Ji bo şêniyên bajêr di pûk û berfa zivistanê de zehmetiyan nekêşin dê bi telefona Alo 153 hawarê bixwazin.