Walî Karaloglu: Daxwazên gelê me li ser ser û çavên me

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, xebata Åžaredariya Bajarê Mezin a li ser Kuçeya Hunerê û li ser Goristana Yenîkoyê seh kir û got, ew ê daxwazên welatiyan bînin cih.

Li ber rewÅŸa pandemiyê, li seranserê welêt derketina kuçeyan hate bertengkirin û tevdîrên parastinê hatin ragihandin, Åžaredariya Bajarê Mezin jî, ev rewÅŸ ji xwe re kir keys û lezgînî da xebatên xwe. Walî Karaloglu, ev qadên xebat tê de hene venêrtin. Di serdanê de ligel Walî Kararloglu, alîkarên sekreterê giÅŸtî û serekên daîreyan jî amade bûn.   

‘Nêzik dê Kuçeya Hunerê bikeve ber xizmetê’

Walî Munîr Karaloglu, bi dorê pêÅŸîn serdana xebatên li ser Kuçeya Hunerê da û der barê xebatan de agahî ji rayedaran wergirtin. PiÅŸt re Walî Kararloglu derbasî Goristana Yenîkoyê bû û xebata parkedanîn û asfaltkirina vê derê jî raçav kir û der barê xebatan de agahî ji rayedaran wergirtin. Walî Karaloglu got ku ew di xizmeta welatiyan de ne û daxwazên welatiyan ser ser û çavên wan in.