Qeydên 'Akademî Lîseyê' dest pê kirin

 

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin, di bin banê Mala Zanînê de projeya ‘Akademî Lîse’ da destpêkirin. Mebesta vê projeyê destekê bide mezun û xwendekarên lîseyê. Akademî Lîse dê bi MEB’ê re bi hevahengî perwerdeya xwe bidomîne û qeydên wê dest pê kirin.

Şaredariya Bajarê Mezin, bi xebatên cur bi cur piştgiriyê li pêşketina asta perwerdeya bajêr dike û ji bo vê ji bo xwendekaran projeyan bi pêş dixe. Şaredariya Bajarê Mezin, di bin banê Mala Zanînê de ji bo xwendekarên dibistana seretayî û dibistana navîn xebatên piştgiriyê dike, niha ji bo xwendekarên lîseyê projeya “Akademî Lîse” bi pêş xist. Perwerdeya li vê derê dê bêpere be û bi hemahengî Wezareta Perwerdeyê be.

Ji bo serlêdan û qeydên li Akademî Lîseyê daxwaz bi rêya telefonê tê hilgirtin. Bi hejmara 0412 999 08 21 xwendekar dikarin serlêdana xwe bikin.